Çalakvanekî warê kedkarî bo dadgeha Şoreş a bajarê Seqizê hat gazîkirin

18:00 - 1 Hezîran 2022

Îro Çarşemî 11`ê Cozerdanê, çalakvanekî warê kedkarî yê bi navê “Osman Îsmaîlî” û xelkê bajarê Seqizê bo dadgeha Şoreş a wî bajarî hat gazîkirin.

Ew çalakvanê warê kedkarî ji rêya gazîkirina nivîskî bi tohmeta “têkdana raya giştî û piropagende li dijî nizamê” bo dadgeha Şoreş a bajarê Seqizê hat gazîkirin.

Roja Duşemî 19`ê Banemerê, “Osman Îsmaîlî” bi danîna barimteya 140 milyon Tumenî bi awayek demkî heta dema bidawî hatina dadgehê ji girtîgeha bajarê Seqizê hatibû azadkirin.

Roja Şemî 10`ê Banemerê, ew çalakvanê warê kedkarî, ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin û piştre bo girtîgeha bajarê Seqizê hatibû veguhastin.

Ew çalakvanê warê kedkarî “Osman Îsmaîlî”, di roja cîhanî ya kedkarî de hatibû binçavkirin û navbirî meha Rêbendana sala derbasbûyî li taya 1 a dadgeha Şoreş a bajarê Seqizê bi tohmeta “piropagende li dijî nizamê” bê tawan hatibû nasîn.