Çalakvanekî sendîkaya mamostayan bo îdareya fermanberên parêzgeha Sineyê hate gazîkirin

17:57 - 9 Adar 2022

Çalakvanê sendîkaya mamostayan“Luqman Efzelî”  ji rêya banghêştnameyekê, bo hey`eta pêregihîştin bi serpêçiyên îdareya fermanberên parêzgeha Sineyê hate gazîkirin. 

Li gor wê gazîkirinê ku roja Pêncşemî 12`ê Reşemê bo wî çalakvanê sendîkaya mamostayan hatibû şandin, navbirî dibiya li heyama 10 roj ji vergirtina wê gazîkirinê, nîvîsa xwe bi hey`eta pêregihîştina bi serpêçiyên îdareya fermanberên a parêzgeha Sineyê re bide. 

Îdareya serpêçiyan ew mamosteyê Kurd bi tohmeta “bêrêzî kirin bi erkanê nizam a komara Îslamî”, “berhemanîn û şandina hêmayan li jêr navê dîktatorî li nizama komara Îslamî ya Îranê” û têkdana bîr û raya giştî ji rêya belavkirina nûsînan li ser torên civakî” hatiye gazîkirin. 

“Luqman Efzelî”, endamê encûmena sendîkaya mamostayên Kurdistan-Sineyê ye.