Çalakvanekî Olî xelkê bajarê Mehabadê bo girtîgeha Urmiyê hate veguhastin

11:39 - 30 Çirriya pêşîn 2020

Roja Duşemî 5ê Xezelwerê, çalakvanekî Olî yê binavê “Muxtar Îbrahîmî” xelkê bajarê Mehabadê piştî bi dawî hatina heyamê jêpirsîna wî di girtîgeha îdareya Îtila’atê bo benda “Telaşî” ya  girtîgeha wî bajarî hate veguhastin.

Ew çalakvanê Olî di rêkvta 1ê Rezberê, bi bê hebûna belgeyeke yasayî ji aliyê hêzên ewlehî vê hate binçavkirin û bo jêpirsînê bo îdareya Îtila’ata bajarê Urmiyê hate veguhstin.

Ew welatiye niha di benda “Telaşî” ya girtîgeha Urmiyê daye û tohmeta ku bi ser de hatiye sepandin “endambûn di girûpên Olî ”de hatiye ragehandin.