Çalakvanekî mezhebî bo girtîgeha bajarê Urmiytê hate veguhastin

18:18 - 21 Tîrmeh (Temûz) 2020

Roja Pêncşemî 26ê Tîrmehê, çalakvanekî Mezhebî yê Kurd yê bi navê “Ceifer Usafî” kurê “Ehmed”, temen 30 salî û xelkê bajarê Bokanê, piştî dawî hatina lêkolîna wî bo girtîgeha bajarê Urmiyê hate veguhastin.

Ew çalakvanê Kurd piştî 38 rojan ji binçavkirina wî li girtîgeha îdareya îtilaata bajarê Urmiyê, bo girtîgeha navendî ya wî bajarî veguhastin û hêzên ewlehî nevbirî bi endamê girûpa “Ensar Elsune” tawanbar kirin.

Roja Yekşemî 18ê Cozerdan, hêzên ewlehî ew çalakvanê Olî binçav kirin û piştre bo cihekî nexuya veguhastin.

“Ceifer Usafî” birêveberê kanala “Telegram”î a “Pirs û Bersiva Şerîeta Mezheb û Cemaet” bû.