Çalakvanekî medenî yê xelkê bajarê Sinê ku hatibû desteserkirin, qedera wî nediyare

18:24 - 9 Çirriya paşîn 2019

Ajansa Kurdpa: Çalakvanekî xwendekar ê Kurd yê xelkê bajarê Sinê, li heyama 26 roje hatiye desteserkirin û heya niha ti zanyariyek li derheq qedera wî li ber dest nine.

Li gorî rapora ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, çalakvanek medenî yê bi navê “Ferhad Tarîmuardî” yê xelkê bajarê Sinê, ku di heyama 26 roja beriya niha hatibû desteserkirina, lê heya niha qedera wî nediyare.

Ew xwendekarê Kurd, roja Duşemî 22`ê Rezberê, li kombûna piştevanîkirin li Rojavayê Kurdistanê li bajarê Sinê, ji aliyê hêzên îtila`atê ve hatibû desteserkirin.

Ew çalakvanê medenî yê Kurd, li sêhemîn roja piştîvaniya welatiyên Kurd li bajarê Sinê hate desteserkirin, û heya niha di girtîgeha îdara îtila`at a bajarê Sinê de ye.

“Ferhad Tarîmuardî”, li sala 1370`an li bajarê sinê ji dayîk bûye, û xwendekarê karnasiya bilind ya cografiyayî li zanîngeha Peyam a Nûr ya bajarê Sine ye.