Çalakvanekî medenî yê xelkê bajarê Sinê ji aliyê hêzên ewlehî ve hat binçavkirin

19:44 - 19 Îlon 2022

Êvareya roja Yekşemî 27`ê Xermananê, “Lutfullah Ehmedî”, çalakvanê medenî û endamê girûpa çiyagerî ya “Çilçeme” ji aliyê hêzên ewlehî ve li bajarê Sinê hat binçavkirin.

Ew welatiye piştî binçavkirinê ji aliyê hêzên ewlehî ve bo cihek nexuya hatiye veguhastin.

Heta niha lipeykevtina malbata wî çalakvanê medenî bona agehdarbûn ji qedera navbirî bê encam maye.

Her di vê derheqê de, êvareya roja Yekşemî 27`ê Xermananê, çalakvaneka warê jîngeh parêzî ya bi navê “Feranek Refî`î” li kombûna nerizayetî bi kuştina hikûmetî ya “Jîna Emînî” li meydana “Azadî (Îqbal)” a bajarê Sinê ji aliyê hêzên ewlehî ve hat binçavkirin û piştre bo cihek nexuya hat veguhastin.