Çalakvanekî medenî yê xelkê bajarê Kirmaşanê hate desteserkirin

17:07 - 25 Kanûna pêşîn 2019

Ajansa Kurdpa: Çalakvanekî medenî di bajarê Kirmaşanê de hate desteserkirin û bo cihekî nexuya hate veguhastin.

Li gor rapora ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, roja Sêşemî 3`ê Befranbarê “Babek Debîriyan” çalakvanê medenî di bajarê Kirmaşanê de ji aliyê hêzên îtila`atê ve hate desteserkirin û bo cihekî nexuya hate veguhasin.

Hêzên îtila`atê bi bê hebûna destûra yasayî di yek ji şeqamên bajarê Kirmaşanê de ew çalakvanê medenî yê Kurd binçav kirine û paşê êrîş birine ser mala wî û piştre dest avêtine vekolîna mala navbirî û dest danîne ser tiştên şexsî yên wî çalakvanê Kurd.

Heya bilavbûna vê nûçeyê, ji sebeba binçavkirina wî çalakvanê medenî ti zanyariyek ji ber dest nîne.