Çalakvanekî medenî yê xelkê bajarê Ciwanroyê hate binçavkirin

18:55 - 8 Tîrmeh (Temûz) 2020

Roja Şemî 4`ê Tîrmehê, “Fatih Mihemedxanî”, çalakvanê medenî yê Kurd û xelkê bajarê Ciwanroyê, ji aliyê hêzên ewlehî yên sipaha pasdaran ve hate binçavkirin û bo cihekî nexuya hate veguhastin.

Hêzên ewlehî bi bê hebûna ti belgeyekî yasayî êrîş kirine ser mala wî çalakvanê medenî û navbirî binçavkirin.

Ew çalakvanê medenî bi sedema çalakiyên xwe di heyama çend salên derbasbûyî de, çend cara bo navenda ewlehî hate gazîkirin.

Heya dema bilav bûna wî nûçeyê, ti zanyariyek ji sedema binçavkirina wî çalakvanê medenî li ber dest de nîne.