Çalakvanekî medenî yê Kurd ji aliyê polîsê (FETA) ve hete gazîkirina

17:13 - 24 Çirriya pêşîn 2019

Ajansa Kurdpa: Çalakvanekî medenî yê Kurd yê xelkê bajarê Merîwanê, ji aliyê polîsê (FETA)yê ve hate gazîkirin.

Li gorî rapora ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, roja Pêncşemî 2`ê Xezelwerê, “Aram Fethî”, çalakvanê medenî ê xelkê bajarê Merîwanê, ji aliyê polîsê (FETA)  ve hate gazîkirin.

Pêka gotina çavkaniyekî agehdar, “Ehmed Rehmanî”, di roja Sêşemî 24`ê Rezberê de, keçek 7 salî bi navê “Soniya Miradî” azar dabû, û niha malbata Ehmed Rehmanî ji Aram Fethî, bi sedema vê ku li hember bergirî ji zarokan bêdeng nekiribû ji wî şikayet kirine û bi wê sedemê polîsê (FETA) gazî Aram Fethî kiriye.

Her wê çavkaniyê got: Roja Çarşemî, 1`ê Xezelwerê, polîsê (FETA) ji aliyê malbata Ehmed Rehmanî ve, çûbûne ber deriyê mala bavê Aram Ehmedî, lê ew, wê demê di malê de nebûye.

Aram Fethî, bi belavkirina postek di nav torên civakî de, bas ji azardana “Soniya Miradî” Bi destê Ehmed Rehmanî kiribû.