Çalakvanekî medenî yê kurd bo girtîgeha Sineyê hate veguhastin

17:23 - 12 Çirriya pêşîn 2020

Roja Şemî 19ê Rezberê, çalakvanekî medenî yê Kurd yê bi navê “Efşar Fethî” kurê “Ehmed”, xelkê gundê Tengîser a girêdayê Jaweroya Sineyê bo derbaskirina heyama hepsiya xwe bo girtîgeha navendî ya bajara Sineyê hate veguhastin.   

Xermanana sala 1398an, ew ciwanê Kurd ji aliyê taya yek a dadgeha Înqilab a wî bajarî ve bi 6 sala hepsa te`izîrî hate cezakirin.

Ew welatî bi tohmeta “alîkarîkirin digel yek ji Partiyên dijber ên hikûmeta Îranê” bi 5 sal û bi tohmeta “hewldan li dijî tenahiya netewî” bi salek û bi giştî bi 6 sal hepsa te`izîrî hate cezakirin.

Ew ciwanê Kurd di dadgeha pêdaçûnê ya bajara Sineyê de bi tometa endambûn di yek ji Partiyên Kurd ên dijberê hikûmeta Îranê bêtawan hate nasîn, û cezaya salek heps bi tometa piropagende li dijî ewlehiya neteweyî hate piştrastkirin.  

“Efşar Fetihî” meha Reşeme ya sala 1397an bi tometa alîkarîkirin digel yek ji Partiyên Kurd ên opozîsyon ên hikûmeta Îranê, ji aliyê hêzên ewlehî ve hate biçavkirin û roja Çarşemî 7ê Xakelêwe ya sala 1398an bi danîna barimteya 500 milyon tumenî bi awayekî demkî hata berdan.