Çalakvanekî medenî piştî derbaskirina mehek ji binçavkirinê, heya niha qedera wî nexuya ye

Dr. “Umîd Muderesî”, Pizîşkê didan û çalakvanê medenî yê xelkê bajarê Merîwanê, piştî derbaskirina mehek ji binçavkirinê, heya niha qedera wî nexuya ye.

Ew çalakvanê medenî heya niha ji destpêragihîştin bi Parêzer bê par e û heya niha ji aliyê hêzên Îtila`atê ve ti zanyariyek ji derheq qedera wî negihîştiye destê malbata wî.

Roja Çarşemî, 2`ê Rêbendanê, hêzên Îtila`atê êrîş kirine ser karê Dr. “Umîd Muderesî” û piştî desteserkirinê, bo girtîgeha îdareya Îtila`at a bajarê Sineyê hate veguhastin.

Binçavkirina wî pizîşkê didan ê Kurd ji aliyê hêzên Îtila`atê ve, bi bê hebûna ti belgeyeke yasayî bûye.