Çalakvanekî medenî ê Kurd, dinavbera Pawe heya Tehranê bi pêyan çû

16:47 - 21 Çirriya pêşîn 2019

Ajansa Kurdpa: Çalakvanekî medenî ê Kurd, rêka 612 Kilometrî a dinavbera Pawê heya Tehranê bi pêyan çû.

“Diyarî Seferî”, çalakvanê medenî yê Kurd ê xelkê “Bêrwas” a bajarê Pawê, di hereketeke medenî û mirov perwerane de û bi armanca şermezarkirina êrîşa artêşa Tirkiyê li ser xelkê Rojavayê Kurdistan, bajarê Pawe heya Tehranê bi pêyan çû.

Ew çalakvanê medenî yê Kurd, piştî bi pêyan çûna rêka 612 kilometran, di beranberî ofîsa Saziya neteweyên yekgirtî (UN), bi nîşana nerazîbûn ji kuştina xelkê bê guneh yê Rojavayê Kurdistanê, rawesta.

“Diyarî Seferî” çalakvanê medenî, xwe û hewla xwe, bi karekî mirovperwerane dizane û ragihandiye ku, bi wê rewşê, dixwaze bêje ku gelê Kurd, aşitîxwaztirîn gelê cîhanê ne.