Çalakvanekî medenî digel hevjîna xwe ji aliyê hêzên ewlehî ve hatin binçavkirin

17:25 - 15 Çirriya pêşîn 2022

Roja Pêncşemî 21`ê Rezberê, “Soran Xizrî”, çalakvanê medenî yê xelkê bajarê Pîranşarê, digel hevjîna xwe ya bi navê “Suheyla Ebdullahî”, ji aliyê hêzên ewlehî ve hatin binçavkirin.

Çavkaniyeke agehdar bi Kurdpayê re da zanîn, hêzên ewlehî bi bê hebûna ti belgeyên yasayî êrîş kirine ser mala wî çalakvanê medenî û navbirî digel hevjîna wî binçav kirin.

Herwisa wê çavkaniyê got: Roja Înê 22`ê Rezberê, “Suheyla Ebdullahî” piştî çend demjimêran lêpirsîn hat azadkirin.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ji tohmeta ku li dijî “Soran Xizrî” hatiye sepandin, qeder û cihê ragirtina navbirî, ti zanyariyek ber dest nîne.