Çalakvanekî medenî bo girtîgeha bajarê Seqizê hate veguhastin

17:41 - 6 Tebax 2020

Roja Duşemî 3ê Tebaxa 2020 an, çalakvanekî medenî ê Kurd yê bi navê “Riza Mecîdiyan” temen 33`ê sal kurê Îbrahîm û xelkê bajarê Seqizê bo derbaskirina heyamê hepsa xwe bo girtîgeha wî bajarê hate veguhastin.

Ew çalakvanê medenî roja Duşemî 16`ê Tebaxa sala 2019 an, hewdem digel 6 çalakvanbên dinê yê medenî aliyê hêzên ewlehî ve hatine binçavkirin û piştî 50 roj ji binçavkirina wî bi barimteya 100 milyon tumenî bi awayekî demkî hate serbestkirin.

Piştre “Riza Mecîdiyan” ji aliyê dadgeha binav şoreş a bajarê Seqizê, bi tohmeta “alîkarî kirin digel yek ji Partiyên Kurd yên dijberî hikûmeta Îranê” bi 6 meh hepsa te`izîrî hate cezadan.