Çalakvanekî Kurd yê jîngehparêzî bi 6 sal hepsa te`izîrî hate cezadan

19:12 - 28 Adar 2020

Taya 101 a dadgeha “Keyferî” ya 2 a bajarê Şinoyê, çalakvanekî jîngehparêz, yê bi navê “Reşîd Nasirzade” kurê Fetah bi 6 sal hepsa te`izsîrî ceza da.

Dadgehê ew çalakvanê jîngeparêzî, bi tohmeta “Kombûn û têkdana ewlehiya navxwe û çalakî û bangewazîkirin bo girûpên dijberên nizamê” ceza daye.

Dadgehê li gor madeyên 500 û 610 di beşa yasaya te`izîrat û pêşgirtin li tawanên yasayê ceza ya Îslamî; ew çalakvanê jîngeparêz bi tohmeta “Kombûn û têkdana ewlehiya navxwe û çalakî û bangewazîkirin bo girûpên dijberên nizamê” bi 5 sal hepsa te`izîrî û herwisa bi tohmeta “propagendeyên dijî nizmê” bi salek hepsa te`izîrî ceza da.

Sepandina ceza li ser wî çalakvanê medenî yê Kurd de, li gor raportên îdareya Îtila`ata bajarê Şinoyê û me`imûrên qezayî yên dadseriya giştî û înqilabî a bajarê Şinoyê bûye.

Ew çalakvanê medenî bi tohmeta “sîxurîkirin bo girûpên dijberî hikûmeta Îranê” bi piştgirêdan bi esla 37 a yasaya bineretî û madeya 4 a ayînî a dadresiya keyferî bê tawan hatiye naskirin.

Ew cezaye roja Pêncçemî 7`ê Xakelêwe, bi Reşîd Nasirzade re hatiye ragihandin.

Ew çalakvanê jîngeparêz, roja Sêşemî 12`ê Sermawez a sala 1398`an, di dema ku li herêma Kurdistanê wegeriya di rêya bajarê Pîranşar-Şinoyê, ji aliyê hêzên Îtila`atê ve hate binçavkirin.

Reşîd Nasirzade, roja Pêncşemî 26`ê Sermawez a wî salî, piştî 44 rojan ji ser binçavkirina wî re, bi danîna barimteya 200 mîlyon tumenî hate azadkirin.