Çalakvanekî Kedkariyê yê Kurd hate cezakirin

16:41 - 27 Gulan 2019
Ajansa Kurdpa: Dadgeha Şoreş ya bajarê Kamyaranê, çalakvanekî Kedkarî yê Kurd bi Yek sal hepisa te`izîrî ceza kir.

Li gorî rapora ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, roja Yekşemî 5`ê Cozerdana 1398`an, çalakvanê Kedkarî yê Kurd yê bi navê “Omîd Ese`dî” û xelkê bajarê Kamyaranê, ji aliyê Dadgeha Şoreşî ya wî baajrî ve, bi Yek sal hepisa te`izîrî hate cezakirin.

Ev çalakvanê Kedkarî yê Kurd bi sedema “teblîxkirin bo yek ji Partiyên li dijî hikûmeta Îranê” hatiye tohmetbarkirin.

Ev çalakvanê Kedkarî yê Kurd roja Duşemî 15`ê Rêbendana 1397`an bo taya duyem a lêkolînê û dadweriya giştî ya şoreş ya bajarê Kamyaranê hatibû gazîkirin.

Taya duyem a lêkolînê û dadweriya giştî ya Şoreş a bajarê Kamyaranê, sebeba gazîkirina wî çalakvanê Kurd, bi “teblîxkirin bo yek ji Partiyên li dijî hikûmeta Îranê” daye zanîn.