Çalakvanekî jîngeparêzî bi 13 meh hepsa te`izîrî hate cezadan

17:25 - 8 Adar 2020

Çalakvanekî medenî û jîngeha Kurd yê bi navê “Sîrwan Rehîmî”, yê temen 30 salî, xelkê bajarê Dêwolan, ji aliyê dadgeha şoreş a bajarê Sineyê ve bi 13 meh hepsa te`izîrî hate cezadan.

Ew çalakvanê Kurd bi “alîkarî kirin digel yek ji Partiyên Kurd yên dijberê hikûmeta Îranê” hate tohmetbarkirin.

 “Sîrwan Rehîmî” li derheq wê cezayê, nerizayeytiya xwe nîşan daye û dosya wî çalakvanê jîngeparêz bo pêdaçûnê bo dadgeha pêdaçûn a bajarê Sineyê hate veguhastin.

Êvareya roja Şemî 6`ê Rezberê, ew çalakvanê medenî ji aliyê hêzên Îtila`atê ve hate binçavkirin û piştre bo lêkolînê bo girtîgeha îdareya Îtila`tê hate veguhastin.

“Sîrwan” meha Reşeme ya îsal, piştî tewawbûna heyama lêkolîna wî di girtîgehê de, bi danîna barimteyê bi awayekî demkî hatibû azdkirin.