Çalakvanekî jîngeparêz li bajarê Merîwanê hate binçavkirin

17:37 - 2 Çirriya paşîn 2021

Roja Yekşemî 9`ê Xezelwerê, çalakvanekî jîngeparêz ê bi navê “Nevîd Konepûşî”, xelkê bajarê Merîwanê ji aliyê hêzên ewlehî ve hate binçavkirin û bo cihekî nexuya hate veguhastin.

Ew çalakvanê jîngeparêz, bi bê hebûna ti belgeyeke yasayî ji aliyê hêzên ewlehî ve hatiye binçavkirin. 

Heta niha lipeykevtinên malbata wî welatiyê, bo zanîn ji qedera navbirî bê encam mane.

“Nevîd Konepûşî”, temen 30 salî û xelkê gundê “Reşe dê”yê ser bi bajarê Merîwanê û endamê encumena sewiza çiyayê Merîwanê ye.

Wî çalakvanê Kurd, pêşîneya 10 sal çalakî di encumena sewiza çiyayê Merîwanê de heye.

Heya dema belavbûna wê nûçeyê ji sedema binçavkirin û tohmeta ku bi ser “Nevîd Konepûşî” de hatiye sepandin ti zanyariyek ji ber dest nine.