Çalakvanekî jîngeparêz bo girtîgeha bajarê Sineyê hate veguhastin

16:44 - 30 Kanûna pêşîn 2019

Ajansa Kurdpa: Çalakvanekî jîngeparêz yê xelkê bajarê Sineyê, bo derbaskirina heyama hepsiya xwe, bo girtîgeha nevendî ya wî bajarî hate veguhastin.

Li gor rapora ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, “Humayun Behmenî”, çalakvanê jîngeparêz, bo derbaskirina heyama hepsiya xwe, bo girtîgeha nevendî ya bajarê Sineyê hate veguhastin.

Ew çalakvanê jîngeparêz di rêketa 10`ê Sermaweza sala 1397`an, ji aliyê hêzên îtila`atê ve hatibû desteserkirin û piştî 5 mehan derbas bûn li ser desteserkirina wî, bi danîna barimteya 500 milyon tumenî bi awayekî demkî hatibû azadkirin.

Taya 1 ya dadgeha şoreş ya bajarê Sineyê, ew çalakvanê Kurd bi tohmeta “alîkarîkirin digel yek ji Partiyên Kurd ên opozîsiyon yên hikûmeta Îranê, têkdana emniyeta neteweyî û piropagende li dijî nizamê”, bi 5 sal hepsa te`izîrî ceza dabû.

Cezaya 5 sal hepsa te`izîrî ya wî çalakê jîngeparêzê, li taya 4 ya dadgeha pêdaçûnê ya bajarê Sineyê bi 2 sal û 6 meh û 15 roj hate kêmkirin.

Ew çalakvanê jîngeparêz, piştî piştrast kirina cezayê wî ji aliyê dadgeha pêdaçoûnê ve, bo girtîgeha nevendî ya bajarê Sineyê hate veguhastin.