Çalakvanekî Jîngehparêziyî yê Kurd hate desteserkirin

21:51 - 13 Şibat 2019
Ajansa Kurdpa: Hêzên îtila`atê li bajarê Kamyaranê êrîşî ser mala çalakvanekî Kurd yê jîngehparêziyî kirin, û ew desteserkirin.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, roja Sêşemî 23`ê Rêbendanê, çalakvanekî Kurd yê jîngehparêziyî yê xelkê bajarê Kamyaranê yê bi navê “Sîrwan Qorbanî” ji aliyê hêzên îtila`atê ve hate desteserkirin.

Li gorî çavkaniya agehdar, hêzên îtila`atê êrîşî ser mala wî çalakvanê Kurd kirine, û piştî vekolîna mala wî, ew desteserkirin e.

Herwisa vê çavkaniyê daye xuyekirin ku, hêzên îtlia`tê dest bi ser telefona “Semîra Qorbanî”, xweşka wî çalakvanê Kurd de girtine û ji wan re ragehandine, ku dibe di rojên bê de, ew xwe ji Navenda Xeberî ya îdareya îtila`atê bidine naskirin.

Li roja Duşemî 10`ê Befranbarê heya niha, 10 çalakvanên jîngehparêzî û medenî yên Kurd li bajarên wekî Kamyaran û Sine, ji aliyê hêzên îtila`atê ve hatine desteserkirin, û hêzên îtila`atê dema desteserkirina wan çalakvanan, ew azar û îşkenceya kirin e.

Roja Duşemî 17`ê Befranbarê, Husên Xoşêqbal, cêhigerê siyasî yê ewlehî û întizamî yê parêzgeha Sine, di gotûbêjekê de di gel nûçegihaniya “ÎRNA” ya girêdayî hikûmeta Îranê wiha gotbû ku, çalekvanên Kurd yên jîngehparêziyî, “terorîst” in.