Çalakvanekî jîngehparêzî bi danîa barmiteyê hate azadkirin

16:09 - 30 Tîrmeh (Temûz) 2019
Ajansa kurdpa: Çalakvanekî jîngehparêzî, piştî derbasbûna 6 mehan, bi danîna barmiteyê di girtîgeha navendî a bajarê Sine de, hate azadkirin.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya”Kurdpa”yê, “Çiya Mihemedî” Çalakvanî jîngehparêzî ê xelkê bajarê Sine, bi danîna barmiteya 800 milyon tûmenî, bi aweyekî demkî di girtîgehê de hate azadkirin.

Çavkaniyeke agehdar ji Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê re ragehandiye: Çiya Mihemedî di heyama 100 rojan, di odeya takekesî a îdareya îtla`ata bajarê Sine de ragirtibûn.

“Çiya Mihemedî”, rêkevta 4`ê Reşeme, sala 1397`an, ji aliyê Hêzên Îtla`atê ve, bi tohmeta” hewldan dijî têkdana ewlehiya netewî, endambûn ji yek li Hizbên Kurdî ên dijî hikûmet û pirûpagende kirin li dijî nîzam, hatibû desteserkirin.