Çalakvanekî jîngehparêz hat gazîkirin û piştre hat binçavkirin

12:47 - 7 Tebax 2022

Roja Sêşemî 11`ê Gelawêjê, çalakvanekî jîngehparêz yê bi navê “Nevîd Konepoşî”, xelkê bajarê Merîwanê, piştî gazîkirin bo îdareya Îtila`ata wî bajarî, hat binçavkirin.

Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, ew çalakvanê jîngehparêz piştî binçavkirin di peywendiyekî telefonî de ji malbata wî re ragihandine ku di girtîgeha îdareya Îtila`ata bajarê Sineyê de ye.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ji sedema binçavkirina “Nevîd Konepoşî” ti zanyariyek ber dest nîne.

Roja Yekşemî 9`ê Xezelwera sala 1400`an a Rojî, ew çalakvanê Kurd bi bê hebûna ti belgeyek yasayî ji aliyê hêzên ewlehî ve, bi tohmeta hevkarîkirin digel yek ji partiyên Kurd û roja Şemî, 15`ê Befranbara heman salî bi danîna barimteyê ji girtîgeha bajarê Merîwanê hat azadkirin.

“Nevîd Konepoşî” temen 31 saliye û xelkê gundê “Reşedê” a girêdayî bajarê Merîwanê û endamê Encûmena Sewz a Çiyayê Merîwanê ye.