Çalakvanekî çandí yè Kurdî ji bo îdareya îtila`atê hate gazî kirin

13:35 - 24 Hezîran 2018
Ajansa Kurdpa: Îdareya Îtila`ata bajarê Bokanê çalakvanê çandí è Kurdî gazî kirin û gef jê xwarin.


Li gorî rapora ku gihaye Ajansa “Kurdpa”yê, roja Înê 1`ê Tîrhmehê “Emîr Piyade” berpirsê navenda hînkirina zimanê Îngilîzî û Kurdí ya “Beyan” ev ji bo îdareya îtila`ata bajarê Bokanê hatibû gazîkirin û lêpirsîn jê kirbûn.

Li gorî gotina yek ji kesên nîzîk bi vî çalakvanê Kurd hêzên îdareya Îtila`atê roja derbazbûyî ji riya telefonê ve digel navbirî pêwendî digirin û ji vî daxwaz dikin da ku demjimêr 5è îvarê ev dibe xwe ji bo îdareya îtila`ata bajarê Bokanê bide naskirin.

Herwiha vê çavkaniyê daye zanîn ku: “Emîr Piyade” ji bo heyama 2 demjmêran ji aliyê hêzên îtila`atê ve lêpirsîn jê hatiye kirin, û herwiha gef jî jê hatiye xwarin.

Vî çavkaniyê zêde jî kir ku: Hêzên îtila`atê piştî wergiritina qewla nivîskî ji vî çalakvanê çandí yè Kurdî ev azad kirine.

Li gorî gotina vê çavkaniyê, hêzên îtila`atê ji vî çalakvanî çandí yè Kurd re îlan kirine ku navbirî dibe xwe ji axavtina digel medyayan di vê derheqê de biparêze û xwe bêdeng bike.