Çalakvanekî çandî yê Kurd hat bangkirin

15:49 - 9 Tîrmeh (Temûz) 2015
Ajansa Kurdpa: Çalakvanekî çandî yê kurd li Baneya rojhilatê kurdistanê, ji aliyê navenda ewlekarî ya wî bajarê ve hat vexwendin.

Li gor rapora ajansa nûçegihaniya Kurdpa, beriya niha bi çend rojan, li Baneyê çalakvanekî Kurd ê bi navê Hebîb Reûfî, ji aliyê îdareya Îstixbarat (Îtilaat ) a bajarê navborî ve hat agahdarkirin ku xwe bi wê navendê bide nasandin.

Çavkaniyeke agah li ser vê mijarê ji peyamnêrê Kurdpa re ragihand: Ew çalakvanê Kurd ji aliyê navenda ewlekarî ya Beneyê ve hatiye bangkirin û bi çend demjimêran lêpirsîn lê hatiye kirin.

Hebîb Reûfî ew çend sal bûn wek mamoste erka hînkirina wane (ders) a Kurdî bi stû girtibû, lê niha dev jê berdaye.

Berê niha bi hefteyekî jî, dîsa mamosteyekî bajarê Pîranşarê bi sedema encamdana çalakiyên çandî ji aliyê Birîveberiya Perwerde û Hînkirinê a wî bajarê ve, gefên likar avêtinê lê hatibûn xwarin.

Ew mamosteyê bi navê Abêd Perwîzî ku hevdem cîgirê perwerde û hînkirina dibistana amadeyî jî bû, niha ew berpirsayetî jê hatiye standin.