Çalakvanekî çandî yê Kurd bi danîna wesîqeyeyekî hat berdan

15:17 - 12 Tîrmeh (Temûz) 2015
Ajansa Kurdpa: Çalakvanek çandî yê Kurd li Baneya rojhilatê Kurdistanê ku ew çend rojbûn hatibû binçavkirin, bi danîna barmteyekî, bi awayekî demkî hat azadkirin.

Li gor rapora ajansa nûçegihaniya kurdpa, beriya niha bi hefteyekî çalakvanê Kurd ê bi navê Hebîb Reûfî bi navenda Ewlekarî ya bajarê Baneyê hatibû vexwendin û ew xistibûn binçavan.

Ew welatiyê Kurd piştî vê ku hefteyekî li navenda ewlekarî ya bajarê Baneyê hatibû binçavkirin, di dawiyê de bi danîna barimteya 50 milyon Tûmenî hat azadkirin.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ji sedemên binçvkirna wî çakvanê Kurd agahiyek bi dest nekevtiye.

Hêjayî gotinê ye, Hebîb Reûfî pêştir bingehek bo fêrkirina wane û dersên kurdî damezrandibû û xwendekar fêrî Kurdî dikirin.

Ew demeke navendên ewlekarî yên ser bi hikûmeta îslamî ya Îranê, zext û givaşên li ser çalakvanên çandî û siyasî li rojhilatê Kurdistanê zêdekirine. Beriya niha bi çend rojan li Riwanserê jî çend çalakvanên Kurd bi hinçeta peywendîkirin li gel partiyên opozisyon ên Îranê, gef li wan hatibûn xwarin.

Gorî raportên gihiştinî berdest ajansa nûçegihaniya Kurdpa, wan navendan bi Çalakvanên Çandî û Siyasî re gotine: Di egera dubarekirina têkiliyên wan bi hêzên dijberî Îranê re, Ew dê bi cezayên giran re rû bi rû bimînin.