Çalakvaneke medenî li bajarê Merîwanê hat binçavkirin

12:54 - 21 Îlon 2022

Êvara roja Duşemî 28ê Xermananê, çalakvana medenî ya xelkê bajarê Mirîwanê “Evîn Rastî” ji aliyê hêzên ewlehî ve hat binçavkirin û bo cihek nexuya hat veguhastin.

Hêzên ewlehî bi bê hebûna belgeya yasayî êrîşî li ser mala wê welatiyê kirine û navbirî binçav kirine.

Heta niha ji qeder û cihê ragirtina wê çalakvana medenî, ti zaniyariyek ji ber dest nîne.

Her di vê derheqê de, li roja Duşemî 28ê Xermananê, çalakvanên Merîwanê “Rêbwar Kamranîpûr û Emced Sa`idî” jî, ji aliyê hêzên ewlehî ve hatine binçavkirin.