Çalakvaneke jîngeparêz yê Kurd bi danîna barimteyê hate azadkirin

17:08 - 16 Kanûna Paşîn 2020

Ajansa Kurdpa: Çalakvanekî jîngeparêz yê Kurd û xelkê bajarê Şinoyê, ku bo heyama 44 rojan di girtîgeha Îtila`ata bajarê Urmiyê de bû, bi danîna barimteya 200 milyon tumenî hate azadkirin.

Li gor rapora ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, îro Pêncşemî, 26`ê Befranbarê, “Reşîd Nasirzade”, Nûçegihan û Çalakvanê jîngeparêz yê xelkê bajarê Şinoyê, bi danîna barimteya 200 milyon tumenî di girtîgeha Îtila`ata bajarê Urmiyê de hate azadkirin.

“Reşîd Nasirzade” Nûçegihan û Çalakvanê jîngeparêz yê xelkê bajarê Şinoyê, û endamê girûpa çiyagerî a “Pêşrew”, roja Sêşemî, 12`ê Sermawezê, ji aliyê hêzên Îtila`atê ve hate desteserkirin û piştre bo lêkolînê bo girtîgeha îdareya Îtila`ata bajarê Urmiyê hate veguhastin.

Navbirî di dema zivirîn li herêma Kurdistanê, di rêya Pîranşer-Şinoyê de hatibû desteserkirin.