Çalakvaneke jîngehparêz bi 4 sal girtîgeha tezîrî hate cezadan

17:03 - 9 Şibat 2021

“Feranek Cemşîdî” çalakvana jîngehparêz û endama “Komeleya Sewiz a Kurdistanê” û xelka bajarê “Sinê” ji aliyê taya 1 a dadgeha Înqilab a wî bajarî bi serokatiya dadwer “Seîdî” ve bi 4 sal girtîgeha tezîrî hate cezadan.

Dadgehê ew çalakvana jîngehparêz bi tohmeta “endambûn li yek ji partiyên opozîsyona hikûmeta Îranê” ceza daye.

Kombûna dadgehîkirina wê endama “Komeleya Sewiz a Kurdistanê” roja Şemî 4ê Rêbendanê, li taya 1 a dadgeha Înqilab a bajarê “Sinê” hate lidarxistin û roja Sêşemî 14ê Rêbendanê cezaya 4 sal girtîgeh bi parêzerê dosyaya wê re hate ragihandin.

Roja Sêşemî 20ê Xezelwerê, “Feranek Cemşîdî” piştî 135 roj ji binçavkirinê bi danîna barimteya 200 miliyon Tumanî hate azadkirin.

Ew endama “Komleya Sewiz a Kurdistanê” bo heyama 3 meh û 11 rojan di odeya takekesî a îdareya Îtilaatê hatibû ragirtin û piştî bi dawîhatina heyama lêpêçîna wê bo girtîgeha jinan a girtîgeha bajarê “Sinê” hatibû veguhastin.

Ew çalakvana jingehparêz li heyama binçavkirina xwe, ji mafê hevdîtîn digel malbata xwe hatibû bêparkirin û herwisa biriyara dirêjkirina heyama binçavkirina wê bo 5 caran hate dirêjkirin.

Feranek Cemşîdî, Roja Yekşemî 8`ê Pûşperê, li bajarê Sineyê ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin.

Hêzên ewlehî êrîş kiribûne ser mala wê çalakvana Kurd û piştî vekolîna mala wê, hin ji keresteyên wê yên wek kampiyûter û mobayil digel xwe birin.

Feranek Cemşîdî Payîza sala 1397`an a Rojî, çend car ji aliyê navendên ewlehî ve hatibû gazîkirin û ji derheq çalakiyên xwe û malxê xwe “Armîn Îsprlus” ku di wê demê hatibû binçavkirin, lêkolîn ji wan kiribûn.