Çalakvaneka medenî ji aliyê hêzên ewlehî ve hate binçavkirin

17:16 - 21 Hezîran 2021

Roja Pêncşemî 27`ê Cozerdan, “Sureya Heqdûst”, çalakvana medenî û endama Encûmena “Malî Însan” li bajarê Merîwanê hate binçavkirin û bo bajarê Sineyê hate veguhastin.

Hêzên ewlehî bi bê hebûna ti belgeyeke yasayî ew welatiya Kurd binçav kirin.

Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, “Sureya Heqdûst” piştî binçavkirinê bo lêpirsînê bo yek ji girtîgehên ewlehî yên bajarê Sineyê hatiye veguhastin.

Heta dema belavbûna wê nûçeyê, ji sedema binçavkirin û tohmeta ku bi ser wê welatiya Kurd de hatiye sepandin ti zanyariyek ji ber dest de nîne.