çalakvaneka jinan a bi navê “Perdîs Rebî`î” ji girtîgehê hate azadkirin

17:33 - 13 Adar 2022

Roja Şemî 21`ê Reşemê, çalakvaneka jinan a xelkê bajarê Sineyê, rûniştiyê bajarê Yezdê û bi jê standina soz ji girtîgehek ewlehî ya bajarê Yezdê hate azadkirin.

Roja Înê 20`ê Reşemê, hêzên ewlehî bi bê hebûna ti belgeyek yasayî ew binçav kiribûn û telefona wê jî digel xwe biribûn.

Pêka gotina çavkaniyek agehdar, hêzên ewlehî gef ji malbata “Perdîs Rebî`î” yê xwaribûn ku ji medyayîkirina nûçeya keça xwe, xwe biparêzin.

Herwisa wê çavkaniyê got; Hêzên ewlehî sedema binçavkirina “Perdîs Rebî`î” bo lidarvekirina postera “dîdban azar” li derheq azadiya cinsî ya jinan gerandibû.

 “Perdîs Rebî`î” xwendkara beşa Genetîk a zanîngeha “Xwarezmî” ya bajarê Tehranê ye.