Çalakvanek sinfî yê mamostayan bo dadgeha giştî û Şoreşê hate gazîkirin

18:35 - 11 Nîsan 2022

“Selah Azadî”, ji çalakvanên sinfî yên mamostayên bajarê Merîwanê bo dadgeha Giştî û Şoreşê ya wî bajarî hate gazîkirin.

Dadgeha Giştî û Şoreş a bajarê Merîwanê, ew çalakvanê sinfî bi tohmeta “piropagende li dijî nizama Komara Îslamî, xelitandina raya giştî, alîgirîkirin ji Partiyên Kurdî ji rêya şandina fîlm û wêneyan”, gazî kirine.

“Selah Azadî” li gor daxuyaniya ku îro Duşemî 22`ê Xakelêweyê wergirtiye, divê 5 roj beriya wê rêkevtê li dadgeha Giştî û Şoreş a bajarê Merîwanê amade be.

Roja Pêncşemî 18`ê Xakelêweyê, “Selah Azadî” bo binkeya polîsê “FETA” ya bajarê Merîwanê hatibû gazîkirin û piştî lêpirsînê telefona wî ya kesî zevt kirin û dosiya navbirî bo taya 1 a lêpirsîna dadgeha Şoreş a bajarê Merîwanê şandibûn.