Çalakvanek Kedkarî yê Kurd piştî 5 roj ji binçavkirinê hêj qedera wî nexuya ye

18:20 - 20 Nîsan 2022

Çalakvanek Kedkarî yê Kurd yê bi navê “Murteza Seyidî” temen 37 salî û xelkê bajarê “Kamêran” û rûniştiyê bajarê “Tehran”ê piştî 5 roj ji binçavkirinê hêj qedera wî nexuya ye.

Ew Çalakvanê Kedkarî roja Înê 26ê Xakelêwe digel 5 çalakvanên din li bajarê “Tehran”ê hatibûne binçavkirin.

Ew Çalakvanê Kedkarî bi bê hebûna ti belegeyek yasayî hatibû binçavkirin.

Çavkaniyek agehdar û nêzî malbata “Seyidî” bi Ajansa “Kurdpa”yê re ragihandiye, tev hewilên malbata wî çalakvanê kedkarî bo agehdarbûn ji çarenivîsa navbirî bê encam maye.

Herwisa wê çavkaniya agehdar basa vê yekê jî kiriye ku hevjîna wî çalakvanê kedkdarî ya bi navê “Zara Sadiqî” roja Duşemî 29ê Xakelêwe, serdana îdareya Îtilaat û polîsên ewlehî yên bajarê “Tehran”ê kiribû, lê ti zaniyariyek li derheq qedera hevjînê xwe bi dest nexistibû.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê ti navendek ewlehî û dadwerî berpirsayetiya binçavkirina wî çalakvanê kedkarî nekişandine situya xwe û eva jî bûye sedema nîgeraniya malbata navbirî.