Çalakvanek jîngehparêzî ji aliyê hêzên ewlehî ve hate binçavkirin
17:46 - 8 Hezîran 2022
Roja Sêşemî 17ê Cozerdanê, “Rêbwar Mehmûdî” calakvanê jîngehparêzî, xelkê bajarê “Merîwan”ê ji aliyê hêzên ewlehî ve hate binçavkirin û bo cihek nediyar hat veguhastin.
Pêka çavkaniyek agehdar, hêzên ewlehî bi bê hebûna belgeyên yasayî ew welatiyê temen 29 salî binçav kirine.
Heta dema belavbûna vê nûçeyê ji sedema binçavkirin û tohmetên ku bi ser navbirî de hatine sepandin ti zaniyaryek serast ji ber dest de nîne.