Çalakvanek ê xelkê bajarê Seqizê rastî gefa Îtila`atê hat

16:40 - 15 Kanûna pêşîn 2021

Roja Sêşemî 23`ê Sermawezê, çalakvanek medenî yê bi navê “Eyûb Cewanpûr” bo îdareya Îtila`ata bajarê Seqizê hate gazîkirin û lêpirsîn digel navbirî hate kirin.

Pêka gotina çavkaniyek agehdar, hêzên ewlehî gef li wî çalakvanê Kurd xwarine ku divê ji beşdarîkirin li çalakiyên medenî li bajarê Seqizê, xwe biparêze.

Herwisa wê çavkaniyê got: Hêzên ewlehî bi wî çalakvanê medenî ragihandine ku li hegera berdewamiya çalakiyên wî, dê navbirî binçav bikin.

 “Eyûb Cewanpûr” piştî çend demjimêr lêpirsînê û bi dana soza pêbendibûnê hate azadkirin.