Çalakvanê sinfî yê mamosteyan “Cebar Dostî” bi musolgeriyê hat azadkirin

19:38 - 21 Hezîran 2022

Roja Sêşemî 31`ê Cozerdanê, “Cebar Dostî” endamê Encûmena Sinfî ya Mamosteyên Kurdistan-Merîwan, bi musolgeriyê ji girtîgeha bajarê Merîwanê hat azadkirin.

Ew çalakvanê sinfî yê Kurd bi musolgeriyê heta dema dadgehîkirinê ji girtîgeha bajarê Merîwanê hat azadkirin.

“Cebar Dostî” piştî lêpirsînê ji girtîgeha îdareya Îtila`ata bajarê Merîwanê, bo girtîgeha wî bajarî hatibû veguhastin.

Roja Sêşemî 17`ê Cozerdanê, hêzên ewlehî bi bê hebûna ti belgeyên yasayî çûne mala wî çalakvanê sinfî yê Kurd û navbirî binçav kiribûn.

Hêzên ewlehî piştî vekolîna mala wî welatiyê Kurd, dest bi ser hin ji keresteyên navbirî yên weke lebtob û telefona wî ya kesî girtibûn.

Heta niha ji sedema binçavkirin û tohmetên ku li dijî wî mamosteyê Kurd hatine sepandin, ti zanyariyek ber dest nîne.

Roja Duşemî 11`ê Rêbendana sala 1400`an a rojî, “Cebar Dostî” bi bê hebûna ti belgeyên yasayî pêş ji kombûna seranserî yên mamosteyan, ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin.