Çalakvanê kedkarî“Rêbwar Ebdullahî” bi danîna barimteyê hate azadkirin

18:04 - 9 Adar 2022

Îro Çarşemî 18`ê Reşemê, çalakvanekî kedkarî yê bi navê “Rêbwar Ebdullahî”, xelkê bajarê Sineyê bi danîna barimteyê hate azadkirin. 

Ew çalakvanê kedkariyê bi danîna barimteyê bi awayek demkî heta dema bi dawîhatina qunaxên dadresiyê ji girtîgeha bajarê Sineyê hatiye azadkirin.

 “Rêbwar Ebdullahî” piştî bi dawîhatina heyama lêpirsînê ji îdareya Îtila`ata bajarê Sineyê bo girtîgeha wî bajarî hatibû veguhastin. 

 “Rêbwar Ebdullahî” piştî binçavkirinê ji “hevdîtin digel malbata xwe” û “destpêregihîştin bi parêzer” hatibû bêparkirin. 

Roja Yekşemî, 10`ê Rêbendanê, ew çalakvanê kedkariyê, piştî derkevtin li mala xwe bi bê hebûna ti belgeyek yasayî ji aliyê hêzên ewlehiyê ve, hatibû binçavkirin.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ji sedema binçavkirin û tohmetên ku bi dijî wî çalavanê kedkariyê hatine sepandin, ti zanyariyek serast li ber dest nîne.

“Rêbiwar Ebdullahî” endamê berê yê Komîteya Hevahengî bo Pêkanîna Saziyên Kedkarî bûye, herwisa li sala 1393`an, ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin û ji aliyê taya 1 a dadgeha Şoreş a bajarê “Sine”yê ve bi serokatiya dadwer “Se`îdî” bi tohmeta “endametî li Komîteya Hevahengîkirin û hevkarîkirin digel yek ji partiyên Kurdî yên dijberê hikûmeta Îranê” bi salek girtîgeha “t`ezîrî” hatibû cezadan.