çalakvanê jîngeparêz Xebat Mefaxirî, ji aliyê hêzên ewlehî ve hate binçavkirin

17:58 - 14 Tebax 2021

Roja Sêşemî 19`ê Gelawêjê, çalakvanekî jîngeparêz ê bi navê “Xebat Mefaxirî” xelkê bajarê Sineyê ji aliyê hêzên ewlehî ve hate binçavkirin û bo ciheke nexuya hate veguhastin. 

Ew çalakvanê Kurd bi bê hebûna ti belgeyeke yasayî di mala xwe de li bajarê Sineyê hatiye binçavkirin.

“Xebat Mefaxirî” li meha Cozerdana sala derbasbûyî bi tohmeta “endambûn li yek ji Partiyên Kurdî yên dijberî hikûmeta Îranê” ji aliyê taya 1 a dadgeha şoreş a bajarê Sineyê, bi 4 sal girtîgeha ragirtî hatibû cezadan.

Roja Pêncşemî 18ê Befranbara sala 1399`an a Rojî, ew çalakvanê jîngeparêz bi danîna barimteyê bi awayekî demkî heta bi dawîhatina qonaxên dadgeha wî ji girtîgehê hatibû azadkirin.

“Xebat Mefaxirî” li roja Pêncşemî 6ê Xermanana sala 1399`an, ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin û ew çalakvanê jîngeparêz di dema binçavkirinê de ji aliyê hêzên ewlehiyê ve rastî lêdan û kutanê hatibû.

Hêzên ewlehî bi bê hebûna ti belgeyekî yasayî mala wî çalakvanê jîngeparêz wekolîbûn û çend keresteyên kesîn ên navbirî digel xwe biribûn.

Xebat Mefaxierî endamê Encomena Keska Kurdistanê ye.