Çalakekî Mafê Mirovan Li Bajarî Merîwanê Hat Destbiserkirin

13:23 - 7 Çirriya paşîn 2011
Kurdpa: Welatiyekî Kurd bi navê Mihemed Xerîb Feyzî, çakakê Mafê Mirovan li bajarê Merîwanê ji aliyê hêzên Ewlekarî ên Komara Îslamî ya Îranê ve hat destbiserkirin.

Li gor nûçeya nûçegihaniya Ajansa Kurdpa li Merîwanê, çend rojan beriya niha Mihemd Xerîb Feyzî, çakaê mafê mirovan di cihê karkirina xwe de bi sedemên ne ron ji aliyê hêzên ewlekarî ên Îranê hat destbiserkirin.
Mihemed serbarê ewê ku çalakê mafê mirovan bû hevdem di îdareya Hevya Sor ya bajarê Merîvanê de çalakî û kar dikir.

Heta gihîştina vê nûçeyê, tu zaniyariyek derbarê sedema girtin û cihê ragirtina navbirî ne li ber dest e.

Li gor serjimêriya tomarkirî ji aliyê Ajansa Kurdpa ve ji 6 mehên borî ve heta niha 279 kes ji welatiyên Kurd li herêmên Kurdakincî ên Kurdistana Îranê de hatine destbiserkirin û eva tenê serjimêriya Ajansa Kurdpa ye û renge jimara girtiya ji vê hindê jî zêdetir be.