Çalakek Xwendekarî li Merîwanê gazî Îdareya Îttlat hatkirin

12:48 - 11 Adar 2013
Ajansa Kurdpa: Yek ji çalakên berê yê xwendekarî ê bajarê Merîwanê ji aliyê hêzên Îttlatê hat gazî kirin.

Li gor nûçeya gihîştî bi ajansa nûçegihaniya kurdpa, roja Yekşem Îdareya Îttlata bajarê Merîwanê di pêywendiyek telefonî de “Ûbeyd Zarêî”gazî Îdareya Îttlata Merîwanê kirine.

Çalakê xwendekarî heya niha çendîn caran ji aliyê hêzên Îttlatî hatiye girtin û cara dawîn li meha Tîrmeha sala bihurî li gel “Elî Tase”hat girtin û piştî 2 mehan girtinê bi danîna barimteya 10 milyon timenî hat azad kirin.

\"11484.jpg\"
çend rojan berê niha Azer Tahirabadî rojnamevan û û alîkarê heftenameya “Xerb” û ajansa nûçegihaniya mukiryan jibo lêpirsînê gazî Îdareya Îttlata Tehranê hatibû kirin.

Çalakê han xelkê bajarê Kengawer a ser bi parêzgeha Kirmaşanê ye û seva çalakiyan li torên civakî û nivîsa babetan jibo malper û rojnameyan, ji aliyê Îdareya Îttlat hatibû gazî kirin û gef jêhatibûn xwarin.