Çalakek Xwendekarî li bajarê Sinê hat girtin

15:49 - 11 Adar 2013
Ajansa Kurdpa: Hêzên Îttlatî yên Komara Îslamiya Îranê li dirêjiya şopa girtin û binaçv kirina welatiyên Kurd de, çalakek din ê kedkarî li bajarê Sinê girtin.

Roja Yekşem berwar 9’ê Adara 2013’an welatiyek din binavê “Şerîf Saidpena”yek ji çalakên kedkarî û endamê Yeketiya Azad a Kedkarên Îranê,ji aliyê hêzên Îttlatî li mala xwe de hat binçav kirin.

Hêzên Îttlatî jibilî geryan mala vî,dest girtin bi ser kompiyotêra wî de.

\"11488.jpg\"
Şerîf Saidpena çalakê kedkarî berêjî berwar 6’ê Çileya Paşîn a sala bihurî li gel “Muzefer Salihniya”yek ji endamên çalak yên kedkarên bajarê Sinê hatibû girtin. Her wiha çend rojan beriya niha 5 kes ji endamên Komiteya hevahengî bo damezirandina rêkxistinên Kedkarî binavên “Wefa Qadirî, Xalid Husêynî, Bêhzad Fereculahî, Elî Azadî û Hamid Mehmûd Nijad”li bajarê Sinê ji aliyê hêzên dewletê hatin girtin.