Çalakek Ragehandinî li Sîstan û Belûçistanê bi cezaya salek hebsê hate mehkûmkirin

21:21 - 31 Kanûna Paşîn 2016
Ajansa Kurdpa: Berpirsê berê yê nawenda nûçegihaniya “Gendompires”ê li parêzgeha Sîstan û Belûçistanê, bi cezaya salek hebsê û 2 sal dûrxistin ji weşandina her cure nivîsandinekê di belavokên parêzgeha Sîstan û Belûçistanê de, hate mehkûmkirin.

“Yunis Dehmordê” serbarê piştraskirina nûçeya han ragehand ku, ji aliyê taya 101 a dadgeha Keyferî ya 2 a bajarê “Zabolê” ve bi cezaya, salek girtîgehê û 2 sal dûrxistina ji çalekiyên ragehandinî hatiye mehkûmkirin.

Navbirî da da zanîn ku, min nekarî ez di rûniştina yekemîn a dadgehê de pişikdar bim û, liser vê baweriyê bûm ku dadgehîkirina min wê bikeve rojek din û carek din wê min banghêşt bikin, lê dema nameya dadgehê gehişt destê min, eşkere bû ku her di yekem rûniştin de cezaya navbirî ji min re hatiye diyarîkirin.

Yunis Dêhmordê dibêje ku min di nawenda Nûçegihaniya Gendompirêsê de hinek pirsya ji nûnerên Sîstan û Belûçistan û Çavkaniyên xwezayî kirinbûn ku, ne bêrêzî û ne jîgotinên zêde mi xistibûne ber bas, lê nûnerê çavkaniyên xwezayê di cihê bersiva pirsyarên min deb bi nîşaneya piştevanî ji nûnerê Sîstan û Belûçistanê, gilîname liser min tomar kiriye.

Yunis Dêhmordê da zanîn ku heya hîna jî min bersiva pirsyarên xwe ji wan berpirsyaran wernegirtiye û her çavlirêya bersiva pirsyarên xwe bimînim. hêja û çavkaniya xwezayî dixwazim û ezê bi sebir li benda bersiva wan pirsên xwe bimînim.

Hêjayê gotinê ye ku demek berê niha,Yûnis Dehmord ji aliyê pêş nimêjê bajarê Zabolê we ji ber sebeba çalekiyên çapemeniyê bi awayeke “ciwanê mafxwazê Sîstanê”hatiye nasandin û rêz jêre hatiye girtin.