ÇALAKEK OLÎ BI DANÎNA 50 MILYON TUMENAN BERIMTEYÊ HATE SERBEST BERDAN

15:46 - 8 Îlon 2012
Ajansa Kurdpa: çalakek Olî ê Sineyê ku 40 roj bû di Girtîgeha Idareya Ittila’atê de bû, bi barimteya 50 Milyon Tumenî hate serbest berdan.

Pêka rapora Kurdpa, Ebdulla Ebbasî ku li roja 5’ê Tebaxê ve hatibû dest bi serkirin û radestî Girtîgeha Ittila’atê hatibûkirin, bi danîna barimteya 50 Milyonî hate berdan.

Ev çalakê Olî li ser rêyên Polis Rêya Kirmaşan Sineyê bi destên Hêzên Ittila’atê hatibû binçavkirin.

Ev çalake Endamê Şewra Mekteba Qur’ana Kurdistanê ye.

Berîtir “Hesen Emînî” Yekê din ji Kurdpa re gotibû Soz li wî wergirtine lê hêj nahêlin malbata wî biçe hevdîtina wî.

Ji alî din ve roja 3’ê Tebaxê jî “Haşim Husên penahî” ku Yek din ji Endamên wê Mektebê ye, hate dest bi serkirin ku heya niha çi zanyariyek ji şûna rawestandina wî di dest de niye.