Çalakek mesebî gazî Îdareya Îttlat hatkirin

12:46 - 7 Adar 2013
Ajansa Kurdpa: Çalakek mesebî û endamê şivra Mekteba Quran a Kurdistanê li Sinê, bo carek din gazî Îdareya Îttlat hatkirin.

Li gor nûçeya gihîştî bi ajansa nûçegihaniya kurdpa,roja duşem berwar 4’ê Adarê “Haşim Husên Penahî”endamê Mekteba Quran û yek ji mamostayên mektebxaneyên zanistên mesebî “Îmam Buxara”yî li bajarê Sinê, jialiyê navenda nûçeyî a Îdareya Îttlat hat gazî kirin û bo heyamê 2 demjimêran lêpirsîn jêhate kirin.

Hêzên Îttlatî çalakê han haydar kirin ku dibe weşana bilavoka mesebî a “Rah ma”û çalakiyên mektebxaneyên mesebî a Îmam Boxarayî ku jialiyê Mekteba Quran li bajarê Sinê birêve diçin,bihên ragirtin.

Haşim Husên Penhaî ragehandiye ku daxwaza Îdareya Îttlat li ser ragirtina çalakiyên Mekteba Quran di demekê deye ku hemû çalakiyên wan di çarçêveya yasayên bingehîn yên Komara Îslamiya Îranê dene û li gor madeya 12 a vê yasayê bûye.

Her di vê pêywendiyê de malpera Îslam Kurd a zimanhalê Mekteba Quran bilav kir, ku navhatî jialiyê Îdareya Îttlat hatiye haydar kirin ku berwar 10’ê Adarê xwe bi dadgeha melayan a bajarê Hemedanê binasîne.ev çalakê mesebî berê jî di meha Çirîya Pêşîn a Îsal de ji aliyê Îdareya Îttlata Sinê hatibû gazî kirin û rastî lêpirsînê hatibû.