Çalakek Çandî-Xwendekarî ê Kurd bi neçarî Welêt bi cî hêla

22:30 - 22 Tîrmeh (Temûz) 2012
Ajansa Kurdap: Çalakek Çandî-Xwendekarî ê Kurd, piştî heyamekî man li Girtîgehên Ittila’ata Komara Islamiya Îranê, bi dana 80 milyonan Barimte bo demekî Serbestkirin û seva Givaşan bi ne çarî Welêt hêşte cî.

Şaho Husênî ev Xwendekarê Kurd e ku piştî heyamekî man li Girtîgehên Ittila’atê de bi dana 80 milyonan Barimte bo demekî Serbestkirin û bi ne çar li Welêt derket.

Navbirî di Gor û bêjekî de tevî Ajansa Nûçegihaniya Kurdpa dibêje: Çalakiyên min zaftir Çandî û Xwendekarî bûne û sa wan nivîsên xwe li sala 1383’an ve ketime jêr çavdêriyê.

Şaho dide holê: paşî ku hemû babetên min komkiribûn, li hilkefta 24’ê Cozerdana Îsal ez li bajarê Mihabadê dest bi ser kirim û bo dema 16 rojan di Girtîgeha Ittila’ata wî bahjarî de mam.

Husênî her wisa dide kifşê; Malbata min piştî heyamekê 80 milyon Tumen barimte danan û her timî Ittila’atê herşe ji min dikir û digot divê seva Dosiyeya xwe biçî Tehranê. Hin rojan çend caran têkiliyê telefonî bi min re digirtin. Dixwastin ji min re Dozek Giran vekin, Lewma min bi ne çarî welat hêşt û ez derketim.

Hevdem digel Şaho, Diyako Husênî, Ye’qûb Xizrî, Cemal Qadir Nijad û Ako Selîmî, ev 4 Çalakên Xwendekariyên din bûn ku hatibûn binçavkirin û heya niha jî di Girtîgehê de ne.

Şaho Husênî Xwendekarê sala çarê a Karnasiya Berz a Zanistên Siyasî li Zanîngeha Qezwînê bûye.

Bo heyamê 5 salan wate li sala 1378’an ve heya sala 1384’ê Berpirsê Civata Çandî a Mehabadê bûye.

10 salan mamusta bûye û navbirî Rojname nivîsek Çalak bûye.