Çalaka mafê mirovan, Golrox Îbrahîmî hate girtin

19:43 - 24 Çirriya pêşîn 2016
Ajansa Kurdpa: Çalaka mafê mirovan, û nivîskara naskirî Golroz Îbrahîmî, bi bê hukmê nivîskî, ê dagehê, hate girtin.

Li gora nûçegihaniya “HRANA”, hêzên rejîma Îranê bi şikandina deriyê mala Golrox Îbrahîmî, ketin nav mala navbirî de, û ew destbiser kirin, û birin girtîgeha Êvînê.

Navbirî ku hukmê şeş salan hepsê bi ser de hatiye sepandin, pêştir hatibû agehdarkirin, ku dibe xwe radestî wan bike, lê navbirî ku xwe radest nekiribû, bi bêy hukmê fermî ê dadgehê hate girtin.

Saziya Lêborîna Navneteweyî bi weşandina daxûyaniyekê ragehand ku: “Berpirsyarên rejîma Îranê dibe bilez, hukmê sepandî bi ser Golroxê de hilweşînin.

Navbirî bi vê hatiye tohmetbarkirin ku di pirtûkeke xwe de, ku carê nehatiye belavkirin, bas ji hukmê “sengsar”ê kiriye, û ew hukm, wekî hukmekî dijîmirovî bi nav kiriye. Dadgehê ragehandiye ku ew yek, bêhurmetî bi “muqedesatên” wan e.