bûyera kar li bajarê Silêmaniyê bû sedema canjidestdana kedkarekî Rojhilatê Kurdistanê

12:29 - 25 Tebax 2021

Roja Duşemî 1`ê Xermananê, kedkarekî Kurd ê bi navê “Reûf Mihemedî “ temen 51 sal, û kurê Salih, di dema karkirinê de li bajarê Silêmaniyê canê xwe ji dest da.

Ew kedkarê Kurd xîzandar e û xwediyê sê zarokan e.

Reûf Mihemedî, kedkarê yek ji kompaniyên çêkirina rê bûye û bi sedema kevtina derî bi ser navbirî de canê xwe ji daye.

Ew kedkarê Kurd, xelkê gundê “ Hecmine” yê ser bi bajarê Sewlawayê ye.

Her salê çendîn kedkarên Kurd ên xelkê Rojhilatê Kurdistanê bi sedema bûyerên kar di herêma Kurdistanê de canê xwe ji dest didin.