Bokan؛ Soran Şerîfî bi danîn barimteyê hate azadkirin

17:20 - 1 Tîrmeh (Temûz) 2021

Di çend rojên derbazbûyî de, welatiyekî Kurd ê bi navê “Soran Şerîfî”, xelkê bajarê Bokanê, bi danîna Barimteyê ji girtîgeha îdareya Îtla`at a wî bajarî hate azadkirin

Ew welatiye bi danîna barimteyê bi avayekî demkî heya dema dadgehkirina wî ji girtîgehê hatiye azadkirin.

Herwisa ew welatiye di heyama binçavkirina xwe de, bi tenê yek carî peyvendiyeke kurt a telefonî bi malbata xwe re hebûye û li “destpiragîhîştin bi parêzer” û “çavpêkevtin digel malbata xwe” hatiye bêparkirin.

Roja Dûşemî 3`ê Cozerdanê, hêzên ewlehî bi bê hebûna ti belgeheke yasayî ew welatiye binçavkirine û herwisa hindek ji keresteyên wî yên kesîn wekî Mobayl, Kampiyûter, û Pertûkan digel xwe birine.