Bokan: Şehryar Mihemedî di pêvajoya xwenîşandanan de bi sebeba teqeya hêzên serkutkar canê xwe ji dest da

01:10 - 20 Çirriya paşîn 2022

Şeva Înê 27`ê Xezelwerê, welatiyê nerazî yê bi navê “Şehryar Mihemedî” yê xelkê bajarê Bokanê di pêvajoya xwenîşandanan de bi sebeba teqeya hêzên serkutkar canê xwe ji dest da.

Termê wî welatiyê Kurd yê nerazî bo nexweşxaneya “Qûlîpûr” a bajarê Bokanê hatibû veguhastin û heta niha radestî malbatê nehatiye kirin.

Pêka zanyariyan, du welatiyên din yên Kurd yên nerazî di pêvajoya xwenîşandanên nerizayetiyê de li şeva Înê 27`ê Xezelwerê li bajarê Bokanê bi sebeba teqeya hêzên serkutkar hatine kuştin.