Bokan: Sê xwenîşander bi sebeba teqeya hêzên serkutkar canê xwe ji dest dan

10:50 - 17 Çirriya paşîn 2022

Şeva Çarşemî 25`ê Xezelwerê sê xwenîşanderên bi navên “Salar Micawir” temen 30 salî, “Esed Rehîmî” temen 30 salî û “Mihemed Hesenzade” temen 28 salî, di pêvajoya nerizayetiyên bajarê Bonakê de bi sebeba teqeya rasterast ya hêzên serkutkar canê xwe ji dest dan.

Pêka gotina çavkaniyek agehdar, hêzên serkutkar bi golleyên şerî ev xwenîşander kirine armanc.

Salar Micawir xwediyê bawerînameya Karnasiya Mê`imarî bûye.

 Heriwsa roja Çarşemî 25`ê Xezelwerê, Mihemed Hesenzade li ser rûpela tora civakî ya înstgrama xwe nivîsîbû: “Dibe ku îro roja dawî a jiyana min be, bo bexteweriya netewe ye”.

Şeva Çarşemî 25`ê Xezelwerê, xwenîşanderên bajarê Bokanê bo şeveya duyem li pey hev rijyane ser şeqaman û şeqam girtin dest.

Herwisa xwenîşanderan siloganên weke, “Mirin bo dîktator û Jin, Jiyan, Azadî”dan, lê, hêzên hêzên serkutkar xwenîşander kirin armaca rasterast ya golleyên xwe û ev xwenîşandan bû bi şer û pevçûn.

Wêne li rastê bo çepê: Salar Micawir, Esed Rehîmî û Mihemed Hesenzade