Bokan: Sê welatiyên nerazî yên din bi sebeba teqeya rasterast ya hêzên serkutkar canê xwe ji dest dan

00:18 - 19 Çirriya paşîn 2022

Sê welatiyên Kurd yên bi navên “Mistefa Şe`ibanî”, “Mîlad Me`irûfî” û “Saman Qadirbêgî” di pêvajoya nerizayetiyên bajarê Bokanê de bi sebeba teqeya rasterast ya hêzên serkutkar canê xwe ji dest dan.

Îro Înê 27`ê Xezelwerê, Mîlad Me`irûfî, temen 23`ê salî ku roja Pênçşemî 26`ê Xezelwerê di pêvajoya nerizayetiyan de bi dijwarî birîndar bibû, di nexweşxaneyê de canê xwe ji dest da.

Herwisa merasima biaxspartina Mîlad Me`irûfî, bi amadebûna xelkek zêde û bi dana silogana “Ey şehîdan” û siloganên nerazîbûnê li goristana “Koste” a wî bajarî hat lidarxistin.

Roja Pênçşemî 26`ê Xezelwerê, Mistefa Şe`ibanî bi teqeya rasterast ya hêzên serkukar di pêvajoya nerizayetiyan de canê xwe ji dest dabû, mixabin navbirî kêm endam jî bûye.

Herwisa şeva Sêşemî 24`ê Xezelwerê, Saman Qadirbêgî temen 33`ê salî û kurê Ebdulkerîm bi sebeba teqeya raserast ya hêzên serkutkar canê xwe ji dest dabû û hêzên serkutkar termê wî bo bajarê Urmiyê veguhastibûn.

Her di vê pêwendiyê de, hêzên ewlehî givaş xistibûn ser malbata wî welatiyê Kurd ku dibe sebeba mirina kurê xwe “xwekujî” rabigihînin.

Saman Qadirbêgî xîzandar e û xwediyê du zarokan e.

Berê jî, Saman Qadirbêgî di pêvajoya nerizayetiyên bajarê Bokanê de bi sebeba teqeya hêzên serkutkar birîndar bibû.

Wêne: Mistefa Şe`ibanî, Saman Qadirbêgî û Mîlad Me`irûfî